Mehmet Emin PURÇAK 58. Sayı / 9:00
Laşên Bindestan Jî Serdestan Ditirsîne: Mînaka Şêx Seîd û Zeynel Abidîn Han

Laşên Bindestan Jî Serdestan Ditirsîne: Mînaka Şêx Seîd û Zeynel Abidîn Han

“Dîroka mirovahiyê, 
(…) dîroka cendekan e jî.”

Zeynep Sayın

Dibe ku mirin sax û miriyan ji aliyê fîzîkî ve ji hevdu veqetîne. Mirî bi mirinê re ji nav jiyanê, ji ber çavan winda dibin. Cendek di bin axê de tên veşartin. Bi vî awayî jî hebûna fîzîkî diqede. Lê her tişt bi wê re winda nabe. Lewre hebûn, bi xwe re bandorekê jî diafirinê. Çi ye ev? Di nava jiyanê de gava tiştek, nesneyek, eşyayek dikeve jiyana me, hebe-nebe, bandorekê li jiyana me dike. Dibe parçeyek jiyanê, dibe beşek ji hînbûn û hewlên me. Em vê bandorê di jiyana xwe de çawa hîs dikin, di wêjeyê de jî ev bandor xwe nîşan dide. Lewre wêje wekî keşkula aîdiyêtên jiyanê ye. Wekî jêderka nirxan e. Her tişt, kêm-zêde di wê de ji xwe re cihekî dibîne. Bi vê taybetiya xwe jî wêje wekî medyayekê di rola neqlkirê nirxan de ye. Em jî di vê nivîsê de dixwazin vê rol û mîsyona wêjeyê li ser du kesan mînak bidin. Kesê yekem Şêx Seîd (1865-1925) e, yê duyem jî Zeynel Abidîn Han (1961-2020) e. Ji vana yê yekem di dîroka Kurdan ya nûjen de êdî kesayetekî sembolîk e. Bandora wî li ser jiyan, çand, dîrok û siyaseta Kurdan ya modern, bêguman pir pir zêde ye. Bi sekna xwe, bi serhildana xwe, bi tevgera xwe, bi têkçûna xwe jî sed sal e ew di nava neteweya xwe de tê zanîn, tê xwendin, nirxandin, nîqaşkirin û şopandin. Li ser wî çendîn gotar, çendîn lêkolînên dîrokî, siyasî, olî, civakî û wêjeyî hatine kirin, tên kirin û dê bên kirin. Kesayetê duyem ango Zeynel Abidîn jî mamoste, helbestvan, romannûs, lêkolîner, kovarger, weşanger û wergêr e. Gelo hevpariya wan çi ye? Tiştê hevpar yê sereke yê van kesayetan Kurd bûn e. Herdu jî jiber neteweya xwe digihên heman xalê. Tiştê duyem, herdu jî polîtîk in û ev hevparî jî wan bi navbeyniya nirxên neteweyî bi îro û doh ve girê dide, digîhîne hevdu. Tiştekî wan digîhîne hevdu jî wêje ye û ev jî bi nivîskariya Zeynel Abidîn pêk tê. Ji ber ku hem li ser Şêx Seîd gelek xebat hatine kirin û ji van xebatan kuliyatek qewî pêk hatiye hem jî pisporiya me ew nîn e, em li ser jiyana wî ya polîtîk û olî nasekinin. Şûna vê, em dê berê xwe bidin peyî şopa jiyana wî ya wêjeyî. Çavkaniya me ya sereke jî dê romaneke Zeynel Abidîn be. Em dê niha li ser vê xalê bisekinin û nivîsa xwe bidomînin. Lê ne wekî nirxandina romanê, wekî hevpariya du kurdan em dê vê bimeşînin.


Her çiqas Şêx Seîd têra xwe bê naskirin jî, Zeynel Abidîn Han dibe ku hewceyî danasînê be. Zeynel Abidîn hem di jiyana xwe de û hem jî di xebatên xwe de xwedî hişmendiyeke polîtîk e. Sekneke wî ya Kurdperwer û Kurdistanî ji nivîs û xebatên wî diyar dibe. Di jiyana xwe de ji ber xebatên Kurdperwerî tê girtin, di dema 12ê Îlonê de di girtîgeha Amedê ya leşkerî ango îşkencexaneya navdar de dimîne û piştî vê jî xebatên xwe didomîne û di dawiya dawî de mecbûr dibe ku derkeve sirguniyê. Heta dimire jî, ev sirguniya wî didome. Piştî dimire, cenazeyê wî tînin Mûşê, li Gimgimê tê veşartin. 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 58. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?