Nihat Gültekin 60. Sayı / 1:00
Mala Casimê Celîl û 90 Saliya Kurdolog Celîlê Celîl

Mala Casimê Celîl û 90 Saliya Kurdolog Celîlê Celîl

Dîroka kurdên Ermenistanê dîrokek qedîm e. Em li bajarê Yêrêvanê ne. Li mala Casimê Celîl sohbeta me tim li dora Casimê Celîl û Prof. Celîlê Celîl diqewime. Ez behsa pirtûka[1] xwe ya derheqê Celîlê Celîl de dikim. Derhêner Andrei Tarkovsky, di fîlma xwe ya Hewara Dînekî de dibêje; “Hosteyên mezin nemane. Xerabiya zeman jî ev e”.[2] Ez pir kêfxweş im ku min Celîlê Celîl ji nêz ve nas kir. 


Muzîkologa navdar Cemîla Celîl li mala bavê xwe mêvandariya me dike. Em serdana malbatekê dikin ku girîngiyê dide mêvanperweriyê. Xuya ye ku ev pêşwazîkirin her carê bûye çandeke bingehîn. Gotina Cemîla Celîl gelek balkêş e: “Tenê hûn zanibin ku dîwarên vê malê bipeyivin û bêjin ka çi bûye.” Ez, bi kelecan li dîwarên malê dinêrim. Li ser dîwêr sê wêne hene; yek bavê wê Casimê Celîl, yek diya wê Xanima Rizgo, wêneyên din jî dê û bavên wan û çar xwişk û bira ne; Celîl, Ordîxan, Cemîla û Zînê. Cemîla Celîl mamosteya muzîkê ye û di heman demê de berhevkar e. 35 salan bênavber di Radyoya Yêrêvanê de serokatiya beşa muzîkê kiriye. Di van salan de bi sedan kilamên dengbêjan tomar kirine, pirtûk çap kirine. Hê jî li ser kar û barên muzîkê xebatan dike.


Xwişka wan a din Zînê, li Moskovayê edebiyat xwendiye. Gelek berhemên hêja wergeran-dine. Rehmetî Ordîxanê Celîl fîlolog, nivîskar û akademîsyen bû. Ji bo vê malê yek ji pîroztirîn peyvan jî “zargotin” e. Bira û xwişk Ordîxan, Cemîla û Celîl 60 salan berê xwe dane vê xebata zargotinê. Di dirêjahiya sohbeta me de, xebatên ku di warê ziman, dîrok û çandê de kirine her mijara sereke ye. Bîranînên Zînê yên derbarê xwişk û birayên wê de carinan em xemgîn dikirin û carinan jî em dikenandin. Berê ez bi tena serê xwe hatibûm vê malê û bi Cemîla Celîl re min hevpeyvîneke dirêj kiribû. Prof. Celîlê Celîl teqez dixwest ku ez mala bavê wî bibînim.


Peyv vedigere û tê ser 90 saliya mamoste Celîl. Ew niha 90 salên tijî edebiyat û dîroka têr û tije diqedîne. Ez bi telefonê lê digerim ku rojbûna wî pîroz bikim. Ji dengê wî diyar dibe ku kêfxweş e. Ez di heman demê de dengê axaftina telefona wî qeyd dikim. Pirs li ser pirsan vedibe, 89 sal derbas bûne, ji bo ketina sala xwe ya nû qet çi difikire, çi hîs dike, pirsên min dibersivîne. Piştî pirsên min demekê disekine û hêdî hêdî diaxive: “…Ez dibêjim hindik e. Ez çiqas diçe ewqas bêhnteng dibim. Bêhnteng dibim ku kar zehf e. Çiqas kes li dora min hebin jî, lê ez tenê berpirsiyar im û ez xemxur im. Ji birayê xwe re bêjim, Cemal gelek alîkariya min dike, ew rengên pirtûkê dide, çarçove û her tişt. Ordîxan destê min ê rastê ye, Cemîle ber bêhna min e. Çi lazim dike ew berhev dike. Hê dicivîne, hê noteyan çêdike. Îca çi bêjim wextê min tuneye ku ez bibêjim ez mezin im. Wextê min tuneye, ez difikirim gelo çiqas maye ku ez bikim. Dixwazim zêde bikim. Ez niha li malê nînim. 10 roj in hatime cihekî ku lê hêsa (rehet) bim. Îca min ji xwe re ewqas tişt aniye û li ser du cildan zargotinê dixebitim. Erê wekî temam bikim, heta sisiyan e. Aha dikim, hem nan dixwim, hem digerim. Êdî ger tuneye, hêsa dibim.”


Ez dikevim navbera axaftina wî û dipirsim; yanê tu dibêjî folklor eşq e, ne wisa? Yek jî te li ser zimanê me ewqas sal xebat kir, aniha dikarî çi bibêjî? 


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 60. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?