Li gorî çavkaniyên fermî yên dewletê heta niha 28 serhildanên kurdan pêk hatine. Di nav lîsteya van serhildanan de “Serhildana Geliyê Zîlan” jî cih digre. Serhildan bi vekişîna ji herêmê ya şervanan dawî lê tê. Lê di 13ê tîrmeha sala 1930yî de li sê deveran tevkujî pêk tên û pişt re li cihên cur bi cur kom bi kom kuştin didomin.
Di encama tevgera leşkerî ya wek “tepisandin û tinekirin” hatiye binavkirin de bi hezaran kesên sivîl jin û zarok, kal pîr jiyana xwe ji dest didin, herêm wek devera qedexe hatiye ragihandin, bîst sal şûn de dawî li qedexeyê tê û destûra vegera herêmê tê dayîn. Ji bilî 12 gundên çewlika dewletê lê hatiye avakirin hemû gundên kavilbûyî ji nû ve hatin avakirin. Di nava gel de ji vegera hemwelatiyan a herêmê re “Avabûna Gelî” tê gotin. Dîroka tevkujiya li herêmê pêk hatiye û ji nû ve avabûn wek salnameyeke herêmê tê bikaranîn.
Lêkolîner diyar dikin ku tevkujî li sê ciyên diyar yên herêma Geliyê Zîlan di heman roj û saetê pêk hatiye. Piştre bermahiyên tevkujiyê hatine komkirin û birine Erdîşê. Di rê de jî gelek kes hatine kuştin. Dîsa lêkolîner diyar dikin ku tevkujî li gelek ciyên nêzikî herêmê -navenda Erdîş û gundên girêdayî Erdîşê- bi kuştina kom bi kom mirovên sîvîl domyaye. Ji wan komkujiyan yek jî li Pêrtaxê pêk hatiye.
(Dewama wê di kovarê de ye)