Piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran di sala 1925an de û bidarvekirina wî û 46 hevalên wî li Amedê, ku va ye 100 sal derbas bûn serhildana Araratê ya di salên (1927-1931) dest pê kir. Motka vê serhildanê li Binxetê/ gundê Dugirê hat danîn. Û bingeha wê bi damezirandina komeleya Xoybûnê re di roja 5ê Çêriya Pêşî 1927an de li Libnabê, bajarê Bhemdûnê, bi alîkariya Ermeniyan hat eşkerekirin. Ji hîmdarên Xoybûnê li Libnabê: 1-Mîr Celadet Bedirxan 2-Memduh Selîm Begê Wanî 3-Elî Riza Efendî (kurê Şêx Seîd) 4-Dr. Şukrî Mihemed 5-Fehmî Beg (katibê Şêx Seîd) 6-Kamîl Efendî 7-Kerîm Efendî 8-Tewfîq Efendî 9-Haco Axa (Serokê eşîra Hevêrkan) 10-Emînê Ehmedê Perîxanê (Serokê eşîra Reman) 11-Bedreddîn (Serokê eşîra Hebisbinî) 12-Bozan Şahîn Beg 13-Mistefa Şahîn Beg (Serokê eşîra Berzan) 14-Ehmedê Abdurrehman Axa 15-Abdulla Cezrawî. Û Nîşana generaliyê dan Îhsan Nûrî Paşa, ku serokatiya Şoreşa Agirî bike. Di encamê de şervanên azadiya Kurdistanê xwe li dor Xoybûnê dane hev.
Wan herêmek baş mezin bi navê (Kurdava) rizgar kirin, rojnameyek bi navê (Agirî) weşandin, ala Kurdistanê li ser çiyayê Araratê bilind kirin. Ev ala ku Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe di sala 1919an de rengên wê bijartine û yekemîn car di sala 1920an de, ji rex şehîdê leheng Elî Şêr û hevalên wî ve li ser çiyayê Qoçgêrê hatiye bilind kirin û duyemîn car, wek ku min got di sala 1927an de ji aliyê şehîd General Îhsan Nûrî Paşa û lehengên Xoybûnê ve li ser çiyayê Araratê hatiye bilind kirin. Sed mixabin ku Komkujiya Geliyê Zîlan, ya ku qet nayê jibîrkirin di nav salên serhildana Agirî de rûdaye. Dengbêjên Binxetê jî gelek stran avêtine ser vê komkujiyê.