M. MALMÎSANIJ 61. Sayı / 7:00
ROJNAMEYA AGRÎYÊ 

ROJNAMEYA AGRÎYÊ 

êxistina Xoybûnê di sala 1927an da hatibû avakirin. Bi rêberîya vê rêxistinê û bi fermandarîya Serwan (Yüzbaşı) Îhsan Nûrî, li Agrîyê, serhildaneka mezin ya kurdan çêbûbû. Di dema vê serhildanê da, Îhsan Nûrî û hevalên xwe rojnameya “Agrî”yê derxistibûn. Îhsan Nûrî bi xwe, di bîranînên xwe da qala wê dike: “Li Agrî rojnameyek bi navê “Agrî” bi zivanê [zimanê] kurdî derket belav d[ibû]. Bona ev [vê] rojname[,] kaxiz bi qederî pêwîst nebû zor kêm derdiket. Çunkû çapxane jî nebû hinekî bi destnivîs hinek jî bi jelatîn ku li Agrî da kelandî sar kiribûn çap dibû.


Vê rojnameyê di sala 1930yî da dest bi weşanê kirîye lê ez nizanim çend hejmar derketîye. Min dizanî ku rojnameyeka wisa derketîye lê min heta îro nedîtibû. Hevalê min Mahmûd Lewendî kopyaya du hejmarên wê dan min. Ez gelek sipasî wî dikim. Ev hejmarên ku ez behs dikim hejmarên 2. û 5. in. Her du jî bi destan hatine nivîsîn. Her yek ji wan du rûpel e. Li ser hejmara 2. tarîxa 25 şubat 1346 heye. Ev tarîxa rûmî ye û li gor tarîxa mîladî dibe 25 şubat 1930. Li ser hejmara 5. “25 hezîran” hatîye nivîsîn, herweha li ser vê hejmarê “tarîxa derketin[ê] 1347” heye; li gor vê 25 hezîrana 1347 ya rûmî dibe 25 hezîrana 1931. Heke ev tarîx rast be, di navbeyna hejmaran da gelek wext heye. Taybetmendîyeka girîng ya Agrîyê ew e ku bi kurdî (kurmacî) hatîye nivîsîn. Ji ber ku Îhsan Nurî li Kurdistana Başûr û Kurdistana rojhilatî mabû, zimanê wî di bin tesîra farisî û kurdîya başûr da maye. Nivîsên rojnameyê bi herfên erebî hatine nivîsîn. Ji ber ku wê demê rastnivîseka (îmlayeka) rêkûpêk a kurdî tune bû, wî li gor rastnivîsa farisî û tirkîya usmanî (osmanî) nivîsîye. Ji bo ku tekst xelet neyê fêmkirin, min îzafeyên nivîsan li gor kurmancî nivîsîn. Agrî, di şertên zehmetîyê de, li çîya derketîye. Bi saya vê roj­nameyê em derheqê Serhildana Agrîyê da dibin xwedî agahdarîyên giring. Ev agahdarî, bi qelema fermandarê serhildanê rasterast digihîjin me.


Devamı Kürt Tarihi Dergisi'nin 61. Sayısında

  • Bu içeriği paylaşmak ister misiniz?