Keçek Di Nav Şer De Mezin Dibe
Keça Eyub Axa ya bi navê xwe yê fermî Zeynep Ozkan, biraziya pêşengên serhildana Çiyayê Agirî Biroyê Heskê Têlî ye. Eyûb Axa birayê Biroyê Heskî Tellî ye. Zarokatiya Zeyneba keça Eyûb Axa, ne bi lîstikan, bi bêdengîbûnê û kêmahiyan ve derbas dibe. Ew di erdnîgariyeke de ku şer li ser tê jiyîn mezin dibe. Ji ber vê yekê, tiştê ku ew bi bîr tîne ne rêzek kronolojîk ya dîrokê ye, lê hafizayek perçebûyî û qutbûyî ye ku di laşê wê de cih girtiye. Zeyneb wekî keçek 8-10 salî vê pêvajoyê dijî. Zarokatiya wê gelek dijwar derbas dibe. Keçbûn di qadeke şer de tê wateya jiyaneke zor. Zeyneb di wî emrê xwe de her tiştî fêm nake ka çi diqewime, lê ew her tiştî hîs dike. Şer gelek caran ji zarokan re nayê behskirin. Ji wan re nayê gotin çima direvin, çima xwe vedişêrin, çima bi şev çirayan vênaxin. Çavên Zeynebê di vê bêdengiyê de vedibe, ew bi rêya pirs û nezelaliyên domdar dixwaze cîhanê fêr bibe. Tiştê ku di hafizaya Zeynebê de dimîne hûrguliyên piçûk in lê îro jê çîrokên mezin derdikevin. Şahidiya Zeynebê ji ber vê sedemê hêja ye. Ew dîroka hatiye jiyanê, hafizaya me tevan e.
Derketina Şerê Çiyayê Agirî
Piştî tekçûna Serhildana Şêx Seîd dewlet dixwazê Biroyê Heskî Têllî jî sirgûn bike. Her çiqas eleqa Birahîm Axa bi serhildana Şêx Seîd re tune be jî dixwazin wî jî sirgûn bikin. Li ser wê sedemê Birahîm Axa li Çiyayê Agirî bi cih dibe. Malbat û êşîra wî cem wî, li Çiyayê Agirî kom dibin. Di nava demê de gelek kes û gelek pêşengên êşîran tevlî tevgera Birahîm Axa dibin. Berxwedana Çiyayê Agirî di 16ê Gulana sala 1926an dest pê dike. Birahîm Axa ji bo serhildanê rêxistinê saz dike. Lawên Birahîm Axa Emer, Dawud, Êlhamî û birayên wî Ehmed û Eyûb jî di nava şer de cih digirin. Şeş salan şerên giran rû didin dewlet bi balefiran bombe û mixan li ser şervan û êlên wan ve direşîne.
Îhsan Nûrî Paşa wiha behsa bavê Zeynebê dike: “Min got ku ev qanûna efûyê xapandina dewletê ye, ne efûya rastî ye û divê mirov bawer neke. Birayekî Biroyê Heskê Tellî yê bi navê Eyûb ku pir oldar bû, hebû. Kesên ku Agiriyê dijiyan jê re digotin “Sofî”. Wî jî digot: “Tirk kafir bûne. Ji bo wê sedemê kesên ku teslîmî wan bibe ew jî kafir dibe”.1 Zeyneb wiha behsa zarokati û bavê xwe dike: “Ez neh-deh salî bûm. Bavê min hespa xwe amade kiriye wê min û xwûşka min bihere herêma Elê. Bavê min got, hûn peya bin, ez ê herim dengê tivinga Brahîm Axa tune. Zanî, em peya bûn. Me her du xwûşk destê hev girt, em çûn. Lê em di gelî de winda bûn. Di Gilîdaxê de em winda bûn. Me lê nihêrî yekî digot ha vî alî, ha wî alî. Me lê niherî Şêx Evdilqadir. Şêx Evdilqadir milê me girt em birin cem bavê me. Got Sofî min ji te re du heb hediye (diyarî) aniye. Bavê min got qîza min hûn ku derê tên. Min got, bavo wallehî em li Gilîdaxê windabûne.